Hezîran 22, 2022 23:53 Asia/Tehran
  • Desgirtiya Cemal Xaşuqcî: Serdana Bin Selman bo Tirkiyê rastiya kujerbûna wî bû naguhere

Desgirtiya rojnamevanê kuştî yê Siûdî got ku sefera welîehdê Erebistana Siûdî bo welatên din nikare bibe sîwana sûcê wî.

Cemal Xaşiqcî ku rexnegirê tund ê Welîehdê Erebistana Siûdî bû, di Cotmeha 2018an de bi fermana Bin Selman li Konsulxana Erebistana Siûdî ya li Stenbolê hatibû kuştin.

Li gorî rapora Reuters`ê, Xedîce Cengîz li berteka seredana Mihemed Bin Selman a roja çarşemiyê bo Tirkiyê got: Rewatiya siyasî ya welîehdê Erebistanê ji bo sefera bo welatên din, rastiya qatilbûna wî naguherîne.

Xanim Cengîz wiha pê de çû: "Êdî Cemal ne tenê çîroka min e, têkoşîna ji bo edaletê ne tenê ya min e, têkoşîna her mirovekî azad û xwedî raman e û ti têkiliya dîplomatîk nikare vê neheqiyê rewa bike."

Bin Selman roja Sêşemê dest bi sefera xwe ya herêmî bo Misrê kir û îro Çarşemê jî serdana Tirkiyê kir û li Enqerê ew bi serokomarê Tirkîyê re dicive. Piştî kuştina Xaşiqcî ev yekem sefera Welîehdê Erebistana Siûdî ye li derveyî Kendava Farsê.

Serepeyv