Hezîran 22, 2022 09:01 Asia/Tehran
  • Erdoxan û Johnson bi rêya telefonê bi hev ra axivîn

Serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxan û Serokwezîrê Înglîzê Johnson bi telefonê axivîn

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê, Serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxan û Serokwezîrê Înglîzê Johnson di pîşesaziya parastinê da hevkarî di serî da li ser têkiliyên Tirkiye û Înglîzê, şerê Rûsya û Ukraynê û mijarên din axivîn.

Erdoxan got ji bo ku dexl û denê li Ukraynê bi ewlehî ji welêt were derxistin, divê teqez çareserî bê dîtin.

Ji aliyê din va, Serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxan û Serokwezîra Estonyayê Kallas bi telefonê axivîn

 

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, Serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxan li ser têkiliyên Tirkiye û Estonyayê, şerê Rûsya û Ukraynê û mijarên herêmî axivîn.

Erdoxan got ji bo ku Rûsya û Ukrayna dîsa vegerin mizakereyan û rewşên neyînî yên însanî yên ji ber şer çêbûne bên kêmkirin hewl didin.

Receb Teyib Erdoxan anî ziman ji bo ku rê li ber qeyrana xurek bê girtin, dexl û danê Ukraynê jî ji ser Behra Reş ra bê îxrackirin ew bi Neteweyên Yekbûyî ra dixebitin.

Serepeyv