Leşkerên Tirkiyê bi ser gundekî Wanê girtin û bi gullebaranê xelk tirsandin
Li navçeya Elbakê ser bi parêzgeha Wanê ya Kurdistana Tirkiyê leşkerên artêşa vî welatî bi armanca desteserkirina welatiyekî bi ser gundê Xaşkanê de girtin û bi gullebaranê xelk tirsandin.
Dîmenên gundê Xaşkanê ser bi navçeya Elbakê derenga şeva Duşemê 20ê Hezîrana 2022ê li ser medya civakî belav bûn û bû sedema nerazîbûnê.
Hejmareke zêde ya leşkeran bo desteserkirina welatiyê Kurd bi ser gund de girtine û di dema desteserkirinê de hemû bi hevre gulleyan ber bi esman ve dirêşînin û xelkê gund ditirsînin. Leşker li wan jinan didin ên ku nerazîbûna xwe pêşan didin û qêrîna zarokên ji dengê çekan ditirsin zêde dibe.
Parlamentera HDPê ya Wanê Muazzez Orhan li ser hesabê xwe yê Twitterê ev dîmen belav kirine û dibêje: “Ev der ne Gazze ye Elbak e li parêzgeha Wanê. Ewên gulleyan dibarînin ne leşkerên Israîlê ne hêzên ewlekariyê yên AKPê ya faşîst in. Ne şer desteserkirin e. Her ku dîktatoriya AKPê wenda dike êrîşî Kurd û jinan dike. Ew kesên ku difikirin dê bi tirsê xelk bêdeng bibe ev gel nas nekirine.”
Derbarê dîmen de hejmarek welatî û parlamenteran peyamên nerazîbûnê parve kirine û amaje bi wê yekê dane ku ev dîmen wek dîmenên salên 1990î yên li Kurdistana Tirkiyê ne û divê ev yek neyê qebûl kirin.
Parêzgariya Wanê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û li gor îdîayên Parêzgariyê di dema desteserkirina wî kesî de gundiyan kevir avêtine wesayîta leşkeran û wan jî bi armanca belavkirina xizmên wî kesî gulle ber bi esman ve reşandine.