PKKê û Tirkiyê amarên nû yên şerê li Herêma Kurdistanê belav kirin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê canjidestdana 5 şervanên PKKê ragihand û li aliyê din baskê çekdarî yê PKKê jî diyar kir ku li herêma Zap û Avaşîn 17 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya baskê çekdarî yê PKKê ragihandiye, hêzên PKKê di 48 saetên derbasbûyî de li herêma Zapê çend êrîş dijî hêzên artêşa Tirkiyê pêk anîne.
Li gor daxuyaniyê, di wan êrîşan de 12 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûne.
Baskê çekdarî yê PKKê herwiha dibêje, li bilindahiyên Werxelê ya navçeya Avaşîn 5 leşker di êrîşa şervanên PKKê de bo ser pêgehên hêzên Tirkiyê hatine kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî îro Sêşemê 21ê Hezîranê ragihandiye, li herêma operasyona Pence-Kilîd ku dikeve nav axa Herêma Kurdistanê, di êrîşeke hêzên artêşa wî welatî de 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Roja 18ê Hezîrana 2022an jî Wezareta Berevaniya Tirkiyê, canjidestdana 9 şervanan li navçeya Zap û Çiyayê Gare li nav axa Herêma Kurdistanê ragihandibû
Berê sibeha roja 18ê Nîsana 2022ê, Operasyona Pence-Kilîl ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li navçeyên Avaşîn, Metîna û Zapê li nav axa Herêma Kurdistanê hat destpêkirin.
Ji destpêka wê operasyonê ve heta niha, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê canjidestdana 244 gerîlayan û kuştina 29 serbazên welatê xwe ragihandiye. Li beramber jî Baskê çekdarî yê PKKê kuştina 625 leşkerên Tirkiyê û canjidestdana 41 gerîllayan û qutbûna peywendiya ligel du grûpên şervanan ragihandiye.