Hezîran 21, 2022 18:04 Asia/Tehran
  • Erdogan û Guterres bi telefonê axivîn

Serokomarê Tirkiyê û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li ser rêyên çareserkirina encamên şerê Rûsya û Ukraynayê gotûbêj kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Ofîsa serokomariya Tirkiyê şeva buhurî (Duşemî) li daxûyaniyekê ragihand ku Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê li hevpeyvîna telefonî bi Antonio Guterres sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) re li ser berdewamiya hewildanên Tirkiyê ji bo dabînkirina hinardekirina genimê Ukraynayê ji riya deryaya Spî pêgirî kir.

Erdogan ev gav ji bo pêşîgirtina li mezinbûna krîza xwarkê li cîhanî bi bandor da zanûn.

Di axaftinê de Erdogan bang li hevtayên xwe kir ku ji bo ji nû ve destpêkirina hevdîtinên aştiyê yên bi armanca bidawîkirina şerê Ukraynayê bi rêya dîplomasiyê bixebitin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres berî niha gotibû ku şerê Ukraynayê ewlehiya xwarekê ya 47 mîlyon kesan li seranserê cîhanê xistiye ber xeterê.

Ofîsa serokomariya Tirkiyê li ser gotinên Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ti daxuyanî neda.

Serepeyv