Hezîran 21, 2022 10:49 Asia/Tehran
  • Gotinên Erdogan ên li ser encamên qeyranên herêmê

Serokomarê Tirkiyê kirîza koçberan weke encama qeyranên herêmê bi nav kir.

Tirkiyê ku soz dabû ku li hember wergirtina bi milyaran Euro ji Ewropiyan rê li ber 3.5 milyon penaberên Sûriyê bigire daku derbasî Ewropayê nebin, di van demên dawî de girtin û dersînorkirina penaberan bi taybetî penaberên Efxan kiriye karekî sereke ji xwe re.

Li gorî rapora kanala radyo û televizyona TRT`ê, Receb Teyib Erdogan di peyameke vîdeoyî de ji bo Konferansa Cîhanî ya Koçberiya Parlemanî li Stenbolê ragihand ku barê sereke yê penaberan li navçeyên krîzê dikeve ser milê welatên cîran.

Erdogan amaje bi wê yekê jî kir, ku barê sereke yê kirîza koçberî û penaberiyê ne li ser milê welatên pêşkeftî ye, belku li ser milê welatên wek Tirkiyê ye ku cîranên navçeyên krîzê ne.

Serokomarê Tirkiyê amaje bi 275 penaberan û 85 milyon awareyan kir û got, bi nakokiyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de, 5 hezar kesên din jî li hejmara penaberan zêde bûn.

Serok bal kişand ser mirina nêzîkî 30,000 penaxwazan li Derya Spî û nîgeraniya xwe derbarê çarenivîsa ne diyar a zarokên penaxwaz li Ewropayê anî ziman.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, polîsên Tirkiyê duh nêzîkî 300 penaberên sûrî û efxan li rojavaya vî welatî girtin û ji bo dersînorkirinê bo kampa vegerê ya penaberan veguhestin.

Hêjayî gotinê ye ku desdirêjiyên artêşa Tirkiyê ser Sûriye û Iraqê û siyasetên Erdogan bi xwe bûne sedema koçberbûna bi sedan hezar kesn û mirina bi sedan zarokan li navçê.

Serepeyv