Nerazîbûna ciwanên Tirkiyê ji Erdogan
Rapirsiyek ji aliyê enstîtûyeke lêkolînê ve hat dîtin ku zêdetirî nîvê dengdêrên seretayî yên Tirkiyê nerazî ne ku Receb Teyib Erdogan careke din wek serokomar were hilbijartin.
Tê çaverêkirin ku Tirkiye piştî zêdetirî du dehsalan ji desthilatdariya Erdogan, di Hezîrana sala bê de hilbijartinan pêk bîne. Aboriya nexweş a Tirkiyê, bandorên şewba Koronayê, polîtîkayên hikûmetê yên koçberiyê, şerfiroşiyê û mijarên polîtîkaya derve bûne sedema kêmbûna piştgiriya ji bo AKPê û Erdogan bi xwe.
Serokomarê Tirkiyê di daxûyaniya xwe ya dawiyê de, hilbijartinên giştî yên sala 2023`an ji bo çarenivîsa vî welatî girîng binav kir. Erdogan di civînekê de ligel serokên şaxên herêmî yên AKPê li Enqerê, pêşaniyên partiya xwe ya desthilatdar diyar kir û îdia kir: "Hilbijartinên 2023'an ji bo wî û AKP'ê ne girîng in, belkî ji bo Tirkiyê girîng in û eva bi dengdêran ve girêdayî ye ku Tirkiye bikeve nava 10 welatên pêşkeftî yên cîhanê yan na."
Li gorî rapirsiyeke vê dawiyê ya ku rojnameya Cumhuriyetê ew belav kir, %57.5ê dengdêrên ku cara yekem li Tirkiyê deng didin, dibêjin: “Eger Receb Teyîb Erdogan” Serokomarê niha yê Tirkiyê di hilbijartinên 2023an de bibe namzet qet dengî xwe nadin wî.
Rapirsiyên Unilem jî nîşan didin ku li Tirkiyê tenê ji sedî 19.3ê dengdêrên ciwan ên di navbera 18 û 22 salî de gotine ku ewê dengê xwe bidin Erdogan.
Li gorî vê raporê, dema ji ciwanên Tirkiyê hat pirsîn ku hûnê dengên xwe bidin Erdogan an jî "namzedê muxalefetê" ji sedî 51.9 gotine ku ew ê dengê xwe bidin hevrikekî wî.
Di anketê de her wiha hat dîtin ku ciwanên Tirkiyê jî muxalefeta partiya desthilatdar tercîh dikin, ji sedî 36,9 dibêjin ku ew ê dengê xwe bidin partiya sereke ya muxalefetê, Partiya Gel (CHP) û Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya desthilatdar a Erdogan jî di asta herî nizim de % 21,2 ma.
Herwiha di rapirsiyê de derketiye holê ku ji %54 zêdetir sîstema berê ya parlemanî ya Tirkiyê tercîh kirine û %24.8 jî sîstema niha ya serokomariyê hilbijartiye ku di sala 2017an de bi referandumê hatiye bicihkirin.
Li gorî ajanseke statîstîkî ya Tirkiyê rêjeya bêkariyê di meha Nîsanê de li gorî meha Adarê ji sedî 11,3 zêde bûye.