Hezîran 19, 2022 12:01 Asia/Tehran
  • Li Meletiyê 227 koçberên Efxanistanê bo welatê wan hatin vegerandin

Li parêzgeha Meletî ya Kurdistana Tirkiyê 277 koçberên Efxan ku li Navenda Vegerandina Koç û Koçberan dihatin ragirtin, bi balafiran bo welatê wan hatin vegerandin.

Ev demeke Hêzên Ewlekariya Tirkiye ji bo rûbribûna koçberan kar û xebat dane destpêkirin û rojane li parêzgehên Tirkiyê û Kurdistana vî welatî hejmarek koçber tên desteserkirin û piştî temambûna karûbarên qanûnî bo welatên wan tên dersînorkirin.

Li parêzgeha Meletî jî 227 koçberên Efxan ku pêştir hatibûn destserkirin û li Navenda Vegerandina Koç û Koçberan dihatin ragirtin, 19ê Hezîrana 2022ê de bi geştên asmanî bo welatê wan hatin dersînorkirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, ji Meletiyê heta 21ê Hezîranê dê bi 4 geştên asmanî 908 koçberên din bo welatê wan bên şandin. Li gor amarên Serokatiya Îdareya Koçê ya Tirkiye ji destpêka îsal ve 35 hezar û 423 koçber ji Tirkiye û Kurdistana vî welatî hatine dersînorkirin.

Îdareya navborî ragihandiye ku ji 27ê Çileya 2022ê ve bi destpêkirina geştên asmanî yên ligel Efxanistanê, 19 hezar û 290 koçberên Efxan bo welatê wan hatine dersînorkirin. Herwiha 5 hezar û 632 koçberên Pakistanî û 10 hezar û 501 koçberên ji welatên cuda yên cîhanê jî bi rêya geştên asmanî hatine dersînorkirin.

Serepeyv