Hezîran 19, 2022 09:14 Asia/Tehran
  • Soylu di çarçêva guhertina demografiya deverên dagirkirî yên Sûriyê de derbasî Girê Spî bû

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbasî bajarê Girê Spî yê kurdên sûriyê bû ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê dagir bûye û di nav erebên hawirde û kesên di malên kurdan bi cih bûne de got ku ji bo vegera penaberên Sûriyê ew li ser projeyeke nû dixebitin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu serdana parêzgeha Rihya ya Kurdistana Tirkiyê kir û ji wê derê jî ji bo hinek hevdîtinan di çarçêva guhertina demografiya deverên dagirkirî de derbasî bajarê Girê Spî bû ku ji sala 2019an ve ji aliyî Tirkiyê û çeteyên wê dagir bûye.

Suleyman Soylu li Girê Spî di  xwaringehekê de beşdarî civîneke bû û tê de  behsa projeya xaniyan a ku tê plankirin li navçeyê li ser rûberî 1200 donim erd bê çêkirin kir.

Soylu îdia kir ku ew ji bo penaberên ku dixwazin ji Tirkiyê vegerin re hêsankariyan dikin û got: “Li Tirkiyê 3 milyon û 700 hezar xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî hene. Em li ser projeyek nû dixebitin da ku bi aramî vegerin herêmên ewle yên wek Til Abyad, (Gire Spî), Resûlên (Serê Kaniye), Ezaz û Babê.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di heman demê de eşkere kir ku ku li Idlibê nêzî 60 hezar xanî çêkirine û wiha got: “Em niha plan dikin ku li Cerablûs, Til Abyad, (Gire Spî), Resûlên (Sere Kaniye), 240 hezar xaniyan ava bikin û di dewamê de îdia kir:  Ev dê bi alîkariya birayên me yên misilman û bi alîkariya navneteweyî pêk were. Ew dê ji bo kesên ku bi dilxwazî ji Tirkiyê vegerin re were veqetandin.”

Serepeyv