Hezîran 18, 2022 21:48 Asia/Tehran
  • Swêdê çalakiyên endamên PKK'ê sînordar kirin

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde diyar kir ku dîmenên li ser medyaya civakî tên belavkirin û tên îdiakirin ku ew piştgiriyê didin PKKê, rastiyê nîşan nadin. Tê diyarkirin ku ev dîmen bi zanebûn hatine belavkirin ji bo ku Swêd tevlî NATOyê nebe.

Hat îdiakirin ku Swêd a ku Tirkiyê serlêdana endamtiya wê ya bo NATOyê asteng kir, bi hin dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûne piştgirî da PKKê. Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê wan îdiayan de daxuyaniyek belav kir.

Linde di daxuyaniyê de dibêje “Peyam û dîmenên ku (li ser medyaya civakî) belav dibin, tê îdiakirin ku Swêd piştgiriya PKKê dike. Ev kampanyayeke bi zanebûn û xerab ya bi bandor e. Swêdê PKKê ku rêxistina terorê yê bi eşkere şermezar kir, û Swêd hemû şêweyên terorîzmê şermezar dike.”

Herwiha Ann Linde daxuyaniya Wezareta Derve ya Swêdê ya di derbarê mijarê de jî parve kir.

Wezareta Derve ya Swêdê di daxuyania xwe de wiha dibêje “Peyam û wêneyên ku sedemên me hene ku em bawer dikin li ser medyaya civakî têne belavkirin û manîpule kirin, tên îdiakirin ku Swêd piştgiriya PKKê dike. Tedbîrên pêwendîdar hatine girtin.

Ev kampanyayeke bi zanebûn û xerab ya bi bandor e ku armanca wê eşkere ye ku rê li ber ketina Swêdê ya NATOyê bigire.

Swêdê PKKê ku rêxistina terorê yê bi eşkere şermezar kir, û Swêd hemû şêweyên terorîzmê şermezar dike.

Wezîra Derve Ann Linde ti carî piştgirî nedaye PKKê û bi tundî vîdyoya manîpulekirî û PKKê red dike.”

Wezareta Derve ya Swêdê herwiha ragihand ku li dijî çalakiyên PKKê tedbîr hatine girtin. Ji ber ku çalakiyên vê komê li Swêdê ji bo armanca pêşîgirtina li endamtiya NATOyê ye û Stockholm jî li dijî van çalakiyan derdikeve.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar herî dawî îdia kiribû ku Swêd û Fînlandayê piştgiriya siyasî, darayî û çekdarî ya ji komên têrorîst ên PKK-ê re dikin û wan vediguherînin kozikên terorîstan, vêca endamtiya wan di nav NATOyê de ji bo  vê rêxistinê metirsî ye.

Serepeyv