Hezîran 18, 2022 09:37 Asia/Tehran
  • Bi mûşekan êrişî binkeya Tirkiyê ya devera dagirkirî ya Başîqê kirin

Hat ragihandin binkeya leşkeriya Tirkiyê ya bi navê Zîlkan li naçveya Başîqê ya Mûsilê êvara duh înê dîsa rastî êrîşa mûşekî hat.

Bşîqa yek ji herêmên Bakurê Iraqê ye ku di van salên dawî de hêzên dagirker ên Tirkiyê tê de cih girtin.

Li gorî zanyariyên ku kanala Sabirîn a Iraqê diyar kirine ev bargeha Artêşa Tirkiyê ya dagirker bi 5 roketan bûye armanca êrişê, ev binkeya leşkerî ya Tirkiyê i nahyeya Zîlkanê ya Mûsilê ye.

Rêveberê Nahyeya Zîlkanê, Mihemed Emîn jî duh ji Rûdawê re ragihand îro êvarê 2 mûşek li binkeya leşkeriya Tirkiyê ketin.

Herwiha Rêveberê Nahyeya Zîlkanê Mihemed Emîn da zanîn ku di encama mûşekavêtinê de ti ziyan çênebûne.

Di 21ê Gulanê de jî binkeya Başîqê rastî êrîşeke mûşekan hatibû û welatiyekî Herêma Kurdistanê ku li binkehê aşpêjiyê dikir, jiyana xwe ji dest dabû.

Herî dawî di 9ê Hezîranê de êrişî binkehê hatibû kirin û Dije-Terora Kurdistanê ragihandibû ku 4 mûşek avêtine binkehê.

Tirkiyê ji sala 2015an ve bi heceta şerê qaşo li dijî DAIŞê devera Başîkê li bakurê Iraqê dagir kir û binkeya xwe ya serbazî li wir ku dikeve Deşta Neynewayê ava kir.

Artêşa dagirkera a Tirkiyê di van salên dawiyê de bi heceta şerê li dijî PKKê gelek dever li bakura Iraqê û Herêma Kurdistanê dagir kirine.

Serepeyv