Hezîran 18, 2022 08:58 Asia/Tehran
  • Serokê Rêxistina Amedê yê MHPê bi tawana destdirêjiyê hat girtin

Serokê Rêxistina Amedê yê partiya Tevgera Nijadperest (MHP) Cîhan Kayaalp bi tawana destdirêjiyê hat girtin.

Di saetên şeva 16ê Hezîrana 2022ê Hêzên Ewlekariya Tirkiye bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi operasyoneke hemwext avêtibûn ser mala Rêxistina Amedê yê MHPê û Serokê rêxistina wê partiyê Cîhan Kayaalp jî di nav de hejmareke berpirs û rêvebirên wê partiyê bi hinceta "gendelî" û "fesadiya îhaleyê" destserkiribûn.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiye de belavbûne duh 17ê Hezîrana 2022ê piştî temambûna karûbarên îfadeyê yên li navenda ewlekariyê Cîhan Kayaalp bo dadgehê hatiye şandin û piştî dadgehkirinê bi tawana "destdirêjiya zarokkekê" hatiye girtin.

Komîsyona Zarokan a Baroya Amedê derbarê girtina serokê rêxistina MHPê yê Amedê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belavkiriye û dibêje: “Em bo raya giştî radigihînin ku di wê dosyeya ku Cîhan Kayaalp bi tawana destdirêjiya zaroka hatiye girtin de, em piştevaniya hiquqî didin wê zaroka ku rûbirûyî destdirêjiyê bûye û em dê dosyeyê ji nêzîk ve bişopînin.”

Ev di demekê de ye ku Partiya Tevgera Nejadperst û dijî kurdan a MHPê duh Pêncşemê 16ê Hezîrana 2022ê avahiya rêxistina xwe ya li  parêzgeha kurdî ya Amedê bi temamî girtibû û dawî li çalakiyên xwe yên siyasî yên li wê parêzgehê anîbû.

Serepeyv