Erdoxan û Stoltenberg bi rêya telefonê axivîn
Hezîran 16, 2022 08:47 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdoxan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi rêya telefonê axivîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê Erdoxan û Stoltenberg der barê serlêdana endamtiya NATOyê ya Swêd û Finlandiyayê da axivîn.
Anatoliyê nivîsiye: "Erdoxan daxuyand heta Swêd û Finlandiya ji bo daxwazên Tirkiye yên mafdar gavên berbiçav nevêjin, der barê têkoşîna dijî terorê û mijara hevkariya parastinê da bi nivîskî sozan nedin di pêvajoya endamtiyê da tu pêşvaçûn wê çênebe."