Li Tirkiyê nirxê benzînê dîsa zêde bû
Bihayê benzînê li Tirkiyê di nava hefteyekê de 3 caran zêde bû û derket asta herî bilind.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, nirxê her lître benzînê li Tirkiyê her lîtreyek 2.18 lîre (nêzîkî 0,12 dolar) zêde bû û gihaşt 28.5 lîreyî (bi qasî 1.66 dolar).
Bi vî awayî nirxê benzînê di sala borî de li Tirkiyê %268 zêde bûye.
Di vê navberê de daketina nirxê lîreyê Tirk didome. Her dolarek niha bi 17.12 lireyî tê guhertin.
Krîza aborî populerbûna Erdogan û partiya wî ya desthilatdar gelekî kêm kiriye. Li gorî anketeke ku li Tirkiyê hatine kirin, namzetên partiya desthilatdar di hilbijartinên giştî yên sala 2023’an de li hemberî hemû hevrikan têk diçin.
Hikûmeta Erdogan ji bo ku dengê gel bi dest bêxe dest davêje şêwazên nenormal ên wekî berfirekirina şerê li dijî kurdan li hundir û derveyî vî welatî û tohmetbarkirina partiyên muxalifetê yên wekî HDP û CHPê bi piştgiriya ji rêxistina terorê û Cemarta Guller û bi vî awayî endam û parlemanterên van partiyan binşav dike û digire.