Hezîran 15, 2022 09:45 Asia/Tehran
  • Erdogan soz da ku heya saleke din çavkaniyên gazê yên Behra Reş bi dest dixe

Serokomarê Tirkiyê ku dixebite dengên gelên Tirkiyê ber bi xwe ve bikişîne soz û propagandeyên xwe zêde kirine û di vê çarçêvê de destnîşan kir ku gaza ku ji Behra Reş tê derxistin dê ji destpêka sala 2023an ve bikeve dewra bikaranîna navxweyî.

Tirkiye di van salên dawî de li Derya Reş û Derya Spî xebatên sondajê û lêgerînên berfireh ji bo çavkaniyên neft û gazê pêk tîne, ev yek jî bûye sedema bertek û aloziyê bi Yewnanîstan û Qibrisê wek endamên Yekîtiya Ewropayê re, ev du welata Tirkiyê tawanbar dikin ku desdirêjiyê ser hed û hidûdên wan dike.

Zêdebûna nirxê enerjiyê, bi taybetî gazê, niha ji bo hikûmeta Tirkiyê eva bûye pirsgirêkek cid û bûye sedema nerazîbûna gelên vî welatî, niha ku Tirkiye ber bi hilbijartina serokomariyê dimeşe vê yekê Erdogan xistiye fukaran, ji ber ku dengên wî kêm bûne

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRNA`yê, Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê li merasima danîna yekem boriya gaza xwezayî li derya Reş li bajarê Filius Zonguldakê got: Tirkiye enerjiyê mifteya hevkariyên navçeyî dizane, ne ku sedema rageşî, alozî û pevçûnê."

Serokomarê Tirkiyê îdia kir ku di çaryeka yekem (3 mehên yekem) a sala 2023an de û di qonaxa yekem de rojane 10 milyon metrekup gaza sirûştî tê berhemanîn û hemû dê bikeve çerxa bikaranîna navxwe û welat dê dest bi bikaranîna gaza xwezayî li malan bike û eva Tirkiyê dê ji qonaxeke psîkolojîk a girîng derbas bike.

Erdogan di bere berê hilbijartinên serokomariya Tirkiyê proipagandeyên xwe zêde kirine û ji aliyê din ve bi komkirina piştgirên xwe li ber nivîsgehên partiyên muxalifetê yên wek HDPê ji bo derxistina wan ji qada hilbijartin tometên curbicur li wan girê dide.

Serepeyv