Hezîran 14, 2022 23:53 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 35 koçberên biyanî hatin girtin

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li parêzgeha Denizliyê 35 koçberên qaçax girtin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, parêzgarê parêzgeha Denîzlî ya Tirkiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku hêzên ewlehiyê li navçeyên cuda yên wê parêzgehê di operasyonên cuda de 35 koçberên neqanûnî girtin.

Li gorî daxuyaniyê, van welatiyên biyanî yên hatine desteserkirin hewl didan bi rêyên neqanûnî biçin derveyî Tirkiyê.

Di vê derbarê de 5 kes bi tohmeta rêxistinkirina bazirganiya mirovan hatine girtin.

Tepeseriya hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li ser koçberên qaçax ên ku derbasî nav welêt û derketina derveyî welat dibin, didomin.

Serepeyv