Li Bakurê Iraqê kuştina artêşa Tirkiyê dewam dike
Li herêma Zap-Avaşînê li Herêma Kurdistanê ya ku operasyona "Pence-Kilîd" lê dewam dike, di çalakiya ku ji aliyê hêzên PKK ve hat lidarxistin de leşkerekî artêşa Tirkiyê hat kuştin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Bereveniyê ya Tirkiyê li herêma Zap, Avaşîn-Basyanê 13ê Hezîrana 2022yan di encama şer û pevçûnên ligel hêzên PKKê de çawişê pispor ê bi navê Ramazan Gok hate kuştin.
Ji aliyê dein ve Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku di 12ê Hezîranê saet 11.00an de “bi taktîka sûîqestê” leşkerekî li herêma Zap-Avaşînê hat kuştin.
Artêşa Tirkiyê ji 18ê Nîsanê ve operasyoneke nû bi navê Operasyona Pence-Kilîd li Herêma Kurdistanê daye destpêkirin. Wezareta Berevaniyê yê Tirkiyê ragihandiye, operasyon li Zap, Metîna, Avaşîn-Basyan berdewam e.