Çar leşkerên din ên Tirkiyê li bakûrê Iraqê hatin kuştin
Ji ber teqîna mînê li navçeya operasiyona Pence-Kilîlê ya Tirkiyê li bakûrê Iraqê çar leşkerên vî welatî hatin kuştin.
Artêşa Tirkiyê bi behaneya serkutkirina hêzên PKKyê di rojên dawiyê da êrîşeke berfireh li Herêma Kurdistana Iraqê dest pê kiriye. Li gorî ragihandina Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê ji ber teqîna mînê çar leşkerên din ên vî welatî li Herêma Kurdistanê hatin kuştin û sê leşker jî birîndar bûn.
Rexnekerên dewleta Tirkiyê bawer in ku artêşa Tirkiyê amara rasteqîn a kuştiyên tirk di êrîşên neqanûnî li bakûrê Sûriye û Iraqê naweşîne.
Gelek ji karzanan bawer in ku hikûmeta Tirkiyê bi saya atmosfera pêkhatî di asta navneteweyî da piştî cenga Rûsiye û Ukraynê hewil dide ku tevgerên xwe li navçeyên kurdnişîn ên Sûriye û Tirkiyê zêde bike.