Hezîran 12, 2022 15:00 Asia/Tehran
  •  Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê mirina 2 leşkerên din ên vî welatî ragihand

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê û Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê çekdarî yê PKK'yê derbarê şer û pevçûnên dawî de amarên nû belav kirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro 12ê Hezîrana 2022an li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye, li navçeya Operasyona Pençe-Kaplan (Pençe-Kilîtê) a di nav axa Herêma Kurdistanê de 2 leşkerên wan hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Li gor daxuyaniya wezaretê ji doh heta îro bi giştî 4 leşkerên wan hatine kuştin.

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di encama êrîşên “Operasyona Pençe-Piling” a artêşa Tirkiyê de heta niha 220 endamên PKK'yê hatine kuştin.

Li aliyê din Hêzên Parastina Gel (HPG) wek baskê çekdarî yê PKK'yê, di daxuyaniya xwe ya îro de ragihandiye, li Kurdistana Tirkiyê li bajarên wek Şirnex û Colemêrg herêmên Metîna, Zap û Avaşîn di navbera endamên wan û leşkerên Tirkiyê de şer û pevçûn derketine.

HPGyê diyar kiriye, di pevçûnan de 11 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya xwe de HPGyê dibêje Di 31ê Gulanê de leşkerên Tirkiyê di navbera gundên Osyan û Aqîrê yê herêma Bestayê li Şirnexê, bûne hedefa hêzên wan.

Li gor daxuyaniya HPGyê li herêma Bestayê 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Artêşa Tirkiyê herî dawî di 17ê Nîsana îsal de operasyoneke nû bi navê operasyone Pence-Kilîd daye destpêkirin ku hêj berdewam e û hêzên Tirkiyê çendîn kîlometreyan derbasî nav axa Herêma Kurdistana Iraqê bûne.

 

Serepeyv