Hezîran 11, 2022 23:39 Asia/Tehran
  • Davutoglu ji bo çareseriya pirsa Kurd 10 xal pêşniryar kirin

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu îro li bajarê Amedê yê Kurdistana Tirkiyê, ji bo çareseriya pirsa Kurd 10 xal pêşniryar kirin.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu îro Şemiyê 11ê Hezîrana 2022yan serdana Amedê kir û beşdarî komxebata partiya xwe ya bi navê "Avakirina Pêşeroja Me ya Demokratîk: Pirsgirêka Kurd" bû û tê de axaftinek kir û ji bo çareseriya pirsa Kurd 10 xal pêşniryar kirin.

Ahmet Davutoglu diyar kir ku niha cîhan di pêvajoyeke guherîneke mezin de ye û got: “Îro em bi hev re li Amedê li ser mijareke ku me hemûyan eleqedar dike nîqaş bikin.”

Davutoglu got, “Sala bê dê ji bo Tirkiyê bibe serdemeke dîrokî ya pir krîtîk. Em nizanin dê kengî hilbijartin bê kirin. Her çiqas hikûmet sala bê nîşan bide jî, xala ku ez hertim behs dikim ew e ku em nikarin li Tirkiyê ji 2 tiştan piştrast bin; yek kengê mirina me dê bê. Duyem hilbijartin dê kên çê be. Di demekê de ku civak bi heytehola hilbijartinê ve mijûl e, divê em ji bo ji nû ve avakirina sedsaliya pêş di nav hewldanan de bin.”

Ev 10 xal ev in: 1. Zîhniyeteke Nû, 2. Helwesteke Hevbeş û Xwecihî, 3. Destûra Bingehîn a Sivîl, Azadîxwaz û Berfereh, 4. Azadiya Raman û Derbirînê, 5. Hemwelatîbûna Wekhev a li ser bingeha bêyî îmtiyazan û cudakarîyê, 6. Muxatabiya Berfereh,7. Bikaranîna Zimanê Dayikê di Perwerde û Jiyana Civakî de, 8. Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk, 9. Kurdên Derveyî Sînor, 10. Stratejiyek Nû ya Pêşketina Civakî-Aborî.

Davûdoglu ev 10 xal bi hûrgilî şirove kirin.

Serepeyv