Erdogan li Wanê: Kê ji we xwest ku hûn pêvajoya çareseriyê bi dawî bikin?
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li parêzgeha Wanê ya Kurdistana Tirkiyê ji xelkê wî bajarî xwest ku ew ji siyasetmedarên di nav HDPê de bipirsin: “Kê ji we xwest ku hûn pêvajoya çareseriyê bi hilgirtina çekan bi dawî bikin?"
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro Şemiyê 11ê Hezîrana 2022yan di merasîma vekirina girseyî ya li Qada Beşyolê ya Wanê de axivî.
Erdogan diyar kir ku piştî sal û nîvekê vegeriya Wanê û got, “Ji balafirgehê heta vir dîtina bi deh hezaran kesî ji bo me kêfxweşiyeke taybet bû. Wan dê bi rengî hin aliyan di rê de bi tenê bihêle. Ji birînên erdhejê heta têkoşîna li dijî terorê em her tim ligel we bûn. Di avêtina gavên demokrasî û pêşketinê de em her tim bi Wanê re mil bi mil rawestiyane."
Erdogan got, "Hûn baş dizanin ku yên bi salan hestên paqij ên gelê Wanê îstîsmar kirin, her tim zirarê didin vî bajarî. Ava Wanê qut kirin. Divê kê ev pirsgirêkê çareser bike? Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Me pirsgirêka ava Wanê çareser kir? Min digot mafê kesî tune ku birayên min ên Kurd li vir bê av bihêle û me ev pirsgirêk çareser kir. Ji dema ku em hatin hikûmetê, ji bo pêşxistina Wanê me gelek xebat kir. Gelek hukûmet hatin û çûn, lê yekê jî Wan bi vî awayî pêş nexistin. Bila rewşa niha ya vî bajarî ya 30 sal berê niha bidin ber hev.”
Erdogan diyar kir ku ew şeva erdheja Wanê li vir bû û wiha pê de çû: “HDP li ku bû? Kesên ku digotin ez Kurd im li ku bûn? Erdogan herwiha Îdia kir ku ji bo me tu ferqa birayên me yên kurd û yên tirk tune ye. Em cudakariyê nakin."
Serokomarê Tirkiyê îdia kir ku li Wanê di 20 salên dawî de hikûmetê 38 milyar lîre di warên curbicur de veberhênan kiriye
Erdogan amaje bi siyasetmedarên di nav HDPê de kir û got: “Her cara ku hûn wan kesên devê wan vedikin, ku nasnama we îstîsmar dikin, stûyê wan bigrin û bipirsîn `kê ji we xwest ku hûn pêvajoya çareseriyê bi hilgirtina çekan bi dawî bikin?"
Eva bûye edetek ku di nêzîkbûna hilbijartinan siyasetmedarên tirk ên mîna Erdogan li kurdan xwedî derdikevin û ji bîr dikin ku ew bi xwe bûn ji bo berjiwendiya xwe çaresreî dan despêkirin û bi xwe jî ew xitimandin.