Tirkiyê 221 koçberên efxan desteser kirin û vegerandin Efxanistanê
Hezîran 10, 2022 14:05 Asia/Tehran
221 koçberên Efxan ku bi rêyên derqanûnî derbasî Tirkiyê bûbûn di bin kontrola polîsan de ji balafirgeha Stenbolê hatin şandin bo Efxanistanê.
Li Tirkiyê piştî rexneyên zêde yên opozisyonê di van demên dawî de, hikûmetê li ser koçberiya neqanûnî gav avêtin.
Ji bo pêşîgirtina li koçberiya neqanûnî û dersînorkirina koçberan dest bi xebatan hate kirin.
Di vê çarçoveyê de 221 koçberên ji Efxanistanê ku ji aliyê tîmên ewlehiyê ve hatibûn girtin, hatin birin bo navenda vegerandinê û prosedurên wan temam bûn. Ew bi belgeya geştê ya ku ji aliyê Rêveberiya Koçê ve hat dayîn birin balafirgeha Stenbolê.
Koçberên ku di bin çavdêriya tîmên polîs û cendirmeyan de ji xalên ewlehiyê re derbas bûn, bi firokeyê ew vegerandin welatê wan Efxanistanê.