Hezîran 10, 2022 13:24 Asia/Tehran
  • Aloziyên di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de

Rapora dawî ya Parlemana Ewropayê ya li ser Qibrisê, Enqere hêrs kir.

Parlemana Ewropayê Sêşema borî di raporekê de, derbarê bidawîkirina pêvajoya endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê hişyarî dabû vî welatî. Di vê raporê de Ewropayiyan bang li Tirkiyê kirin ku "çareseriya du welatî" ya Qibrisê ji bîr bike.

Li gorî rapora kanala radyo û televizyona TRT`ê, Alîkarê serokomarê Tirkiyê Fûad Oktay rapora Ewropayê ji rû ve û bê dûrbîn wesif kir û got: Ev rapor nîşan dide ku Parlemana Ewropayê wek berdevkê hukûmeta beşê romanî a Qibrisê tevdigere.

Vî rayedarê Tirk diyar kir ku eger YE û Parlemana Ewropayê dixwazin pirsgirêka Qibrisê çareser bikin, divê dev ji guhnedana ser heqê Tirkên Qibrisê berdin û serwerî û cih û şûna navneteweyî a wekhev a Tirkên Qibrisê bawer bikin

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiye tekane welat e di cîhanê de ku herêma tirknişîn a bakurê Qibrisê wek welatekî nas dike. Ti sazî û dezgehên navneteweyî serxwebûna vê herêmê qebûl nekiriye.

Raportorê spanî yê Parlemana Ewropayê Nacho Sanchez Amour, Tirkiye wek welat zorbêj, dîktator da zanîn ku bi zanebûn demokrasiyê  binpê dike.

Serepeyv