Hezîran 09, 2022 09:07 Asia/Tehran
  • Komeleya Elewiyan a Hubyar Sultanê li Stenbolê kete ber êrîşeke çekdarî

Hate ragihandin ku li navçeya Okmeydani ya Stenbolê ya Tirkiyê li dijî Komeleya Çanda Elewiyan a Hubyar Sultanê êrîşeke çekdarî pêk hat.

Roja Çarşemê danê sibê li Okmeydaniyê ku Komeleya Çanda Elewiyan a Hubyar Sultan lê ye, ji aliyê kesên nenas ve êrîşa çekdarî hat kirin.

Hat diyarkirin ku Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê têkildarî êrîşê lêpirsîn daye destpêkirin û Komeleya Çanda Elewî ya Hubyar Sultan têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Hate destnîşankirin ku 11 gule li dikana kêleka komeleyê û 5 gule jî li komeleyê ketine.

Di daxuyaniya Komeleya Çanda Elewiyan Hubyar Sultan de hat ragihandin, “Em her roj ji ber ku sîstema dadweriyê ji bo dîzaynkirina mûxalefetê tê bikaranîn dibin şahidê tundiyê. Îro em

bi çalakiyeke din a kesên ku bi hişmendiya xwe ya çeteyî hewl didin pirsgirêkên xwe bi dawî bikin re rû bi rû man.

Li dijî avahiya ku komeleya me lê ye êrîşeke çekdarî pêk hat. 11 gule li cîranê me, 5 gule li saziya me ketin, du jê li dîwar û 3 jî li camê ketin.

Li gorî agahiyên ku piştî lêpirsîna polîsan zelal bûn, em ê daxuyaniya xwe ya berfireh bi raya giştî re parve bikin. Em daxwaz dikin ku di demeke kurt de berpirsên vê êrîşê bên girtin.”

Serepeyv