Roja Çarşemê: Li Amedê herî kêm 16 rojnamevan hatin binçavkirin
Polîsên Tirkiyê li Amedê Hevserokê DFG’ê (Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê) Serdar Altan û Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş jî di nav da bi ser malên gelek rojnamevanan da girtin û herî kêm 16 rojnamevanan binçav kirin.
Li Amedê, polîsan bi ser malên gelek rojnamevanan da girtin û lêgerînên pêk anîn. Di serdegirtinan da polîsan Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Mehmet Yalçin binçav kirin.
Dema serdegirtinan polîsan telefon û hin amûrên dîjîtal desteser kirine. POLÎSAN BI SER BUROYA JINNEWS'Ê da JÎ girtin.
Bi serdegirtina malên rojnamevanan ra polîsan bi ser buroya JINNEWS'ê ya Amedê ya li navçeya Yenîşehîrê da jî girt. Di serdegirtinê da polîsan qumpîtûr û harddîskan û hin pirtûk û kovar desteser kirin.