Hezîran 08, 2022 15:51 Asia/Tehran
  •  Çavuşoglu:

Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşoglu ji bona li Behra Reş korîdora genim bê avakirin wiha got, "Em behsa avakirina mekanîzmayeke di navbera Neteweyên Yekbûyî (NY), Rûsya, Ukrayn û Tirkiyeyê da dikin. Gorî Tirkiyeyê ev plan pêkan e."

Li gorî nûçeya Anadulo Agency'ê, Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina xwe ya îro (Çarşemî) li Kuliyeya Serokomariyê di daxuyaniya çapemeniyê da axivîn.

Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşoglu der barê avakirina korîdora genim li Behra Reş wiha got, "Em behsa avakirina mekanîzmayeke di navbera Neteweyên Yekbûyî (NY), Rûsya, Ukrayn û Tirkiyeyê da dikin. Gorî Tirkiyeyê ev plan pêkan e."

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu got ku heger berhemên ku him ji Ukraynê û him jî ji Rûsyayê tên îxrackirin hebin divê em bi hev ra rê li ber vê vekin.

Çavuşoglu der barê mizakereyên di navbera Rûsya û Ukraynê da got ku gorî çend hefte berê ji bona dîsa dest bi mizakereyan bikin rewşeke hê erênî heye.

Serepeyv