Hezîran 08, 2022 11:27 Asia/Tehran
  • Wezîrên berevaniyê yê Tirkiye û Rûsiyê axivîn

Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Rûsiyê derbarê alûgorên bakurê Sûriyê û derfirotina dexl û danê ji Ukraynê axivîn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Xulûsî Akar û Sêrgêy Şoygo wezîrên karên derve yên Tirkiye û Rûsiyê di gotûbêja telefonî da derbarê îhtimala avakirina korîdorekê ji bo derfirotina dexl û danê ji Ukraynê axivîn.,

Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Rûsiyê her wiha derbarê alûgorên bakûrê Sûriyê axivîn.

Akar di vê gotûbêjê da ragihand: Enqere dê bersiva pêwîst bide kiryarên nearamker li navçeyê (bakûrê Sûriyê) û hebûna hêzên PKKyê li navçeyê napejirîne.

Akar û Şoygo her wiha tevahiya kiryarên derbarê veguhestina dexl û danê, gulberoj û berhemên din ên cotkariyê ji Ukraynê vekolandin.

Mewlûd Çawûşoxlû û Sêrgêyî Lavrov wezîrên derve yên Tirkiye û Rûsiyê roja Çarşemiyê li Enqerê dê bicivin û derbarê alûgorên Sûriyê û hewildanên ku bi sergêriya NY ji bo vekirina korîdoreke ewleh ji bo veguhestina barên dexl û dana Ukraynê pêk tên bişêwirin.

 

Serepeyv