Wezîrê Derve yê Rûsyayê çûye Enqerê
Hezîran 07, 2022 23:34 Asia/Tehran
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serdana Enqera paytexta Tirkiyê kir.
Ajansa AFP ragihand, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo gotûbêjkirina rêya hinardekirina genimê Ukraynayê bo welatên cîhanê, gihîşte Enqerê.
Hat eşkerekirin ku sibe çarşemê 8ê Hezîrana 2022yan, Sergey Lavrov dê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bicive.
Herwiha tê pêşbînîkirin ku Lavrov û rayedarên tirk ser êrişa artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ser kurdên Sûriyê jî biaxivin.