Hezîran 07, 2022 23:24 Asia/Tehran
  • Erdogan û Bahçeli operasyona ser kurdên Sûriyê gotûbêj kirin

Serokkmarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî ku partiya wî şîrîka desthilatê ye îro 7ê Hezîrana 2022ê  li Enqere ya paytexta Tirkiye civiyan.

Civîn li Kuliyeya Serokkomariya Tirkiye ya Beştepe hat kirin û saetek dûr ji çavê kamerayan berdewam kir.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiye de belavbûne, Erdogan û Bahçelî di civînê de derbarê siyasata navxwe û derveyî welat, endamtiya Swêd û Fînlandayê bo NATOyê û hilbijartinên 2023ê jî gotûbêj kirine.

Herwiha serokên herdû partiyên deshilatiya Tirkiye hûrgûliyên operasyona nû ya leşkerî ya Artêşa Tirkiye bo ser kurdên Sûriyê û wan deverên li Bakurê Sûriyê yên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) jî gotûbêj kirine.

Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû ku ew dê li dijî navçeyên Til Rifet û Minbicê yên li Bakurê Sûriyê ku di binkontrola HSDê de ne dest bi operasyoneke nû ya leşkerî bikin. Devlet Bahçelî jî piştevanî û pêdagiriya xwe li ser wê operasyonê derbirîbû.

Serepeyv