Hezîran 07, 2022 10:26 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê tetbîqata NATOyê li dar dikeve

Enqerê tetbîqata veguheztin û amadekariyê ya Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) li Tirkiyê dawiya vê mehê (Hezîranê) ragihand.

Her çend di van salên dawî de Swêd û Fînlandayê bi tevger û çalakiyên NATOyê re zêdetir hevkarî û hevahengiyê kirine jî, niha piştî şerê Rûsya û Ukraynayê, her du welatan daxwaza endamtiyê di nava vê rêxistina leşkerî de kirine.

Lê ji ber ku divê endamtiya NATOyê ji aliyê hemû endaman ve were pejirandin, mijara dijberiya Tirkiyê ya li hemberî endamtiya Swêd û Fînlandayê bûye mijareke nakok.

Ev tetbîqat di demekê de ye ku berî niha dihat nirxandin ku Tirkiyeya ku ji sala 1952’an û vir ve bi Yewnanîstanê re bûye endamê NATO’yê, bi hin nêzîkatî û helwêstên xwe yên leşkerî û siyasî ve ji vê rêxistinê re bûye Paniya Aşil.

Li gorî rapora Anadoluyê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku tetbîqata veguhestin û lojestîkê ya NATO`yê "Ramstein Dast 2022-2" (RADU II-22) dê ji 20 heta 28ê Hezîranê li wî welatî bê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, tetbîqata Ramstein dê ligel Perwerdeya Navdewletî ya Anatolian Eagle (Şahîna Anadoluyê) 2022 li Sêyemîn Fermandariya Baregeha Jetan a Sereke ya li Qonyayê were lidarxistin, ku Enqere dibêje di warê rêbazên operasyonên asmanî de derfeteke perwerdehiyê ya bêhempa dide.

Serepeyv