Hezîran 05, 2022 17:15 Asia/Tehran
  • Li Şirnexê operasyoneke nû dijî PKK destpê bû

Tirkiyê operasyioneke nû li şeş navçên curbicur ên parêzgeha Şirnexê destpê kiriye.

 

Li gorî rapora medya Tirkiyê, eskerên Tirkiyê opersyonên nû dijî endamên PKK nav vî welatî bi taybet li şeş navçên curbicur ên Şirnexê destpê kirine. 

Eskerên Tirkiyê di vê operasyona nû de, 5 gundên ser bi bajarê Îdilê û navçeyeke berfireh bi navê Newala Qorya li Şirnexê dorpêç kirin û meqerên ku muhtemel e yên PKK bin, bi çekên giran dane ber êrişan. 

Di dewama gurtirbûna êrişên Tirkiyê dijî PKK li nav axa vî welatî, Tirkiyê operasyoneke eskerî ya berfireh li gundên Sergîr, Kefşîn, Mîrîk, fîlê û Hedîlê ser bi bajarê Aydîlê her wiha li navça Newala Qoriya( Geliyê Cehnemê) li parêzgeha Şirnexê destpê kirin. Tê gotin ev operasyona eskerî ji destpêka Hezîranê va destpê bûye û hîna ti raporek derbarê xisar û kuştiyên wê da nehatiye weşandin.