Hezîran 05, 2022 12:27 Asia/Tehran
  •  Parlamenterê HDPê: Wan ji ber siyaseta qeyûman rûbirûyî gelek pirsgirêkan e

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Murat Sarisaç di Parlamentoya Tirkiye de bal kişand ser pirsgirêkên li parêzgeha Wanê li Kurdistana Tirkîyê ku ji sala 2016an ve ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin û got “Wan ev 6 sal in bi siyaseta qeyûman, rewşeke awarte dijî.”

Sarisaç wiha axivî “Wan ev 6 sal in bi siyaseta qeyûman, rewşeke awarte dijî. Ji ber vê rewşa awarete jî, Wan niha ji berhemanîna çandiniyê heta ajeldariyê ji bêkariya ciwanan heta pirsgirêkên perwerde, otogar û rêyan rûbirûyî gelek pirsgirêkan e û di nav van pirsgirêkan de hatiye rewşeke wiha ku niha nikare nefesê bistîne. Bêguman hûn vê yekê li Wanê ji kê bipirsin, çi partiyeke siyasî û çi jî saziyên civaka sivîl, li Wanê herkes dê bibêje ev yek ji ber qeyuman e.”

Cara yekem di sala 2016an de li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya HDPê ji aliyê hikûmeta Tirkiye ve qeyûm hat danîn û hevserokê wê şaredariyê Bekir Kaya hat girtin. Piştre jî di sala 2019an de bo cara duyem qeyum li ser heman şaredariya HDPê hat danîn ku berbijêra wê Bedia Ozgokçe Ertan di hilbijartinên 2018ê de ji sedî 53,86ê dengan bidestxitibûn.

Ji wê demê va ku qeyum li ser şaredariya HDPê ya Wanê hatiye danîn û heta niha li wê parêzgehê bi berdewamî qedexeya çalakiyan tê ragihandin û ew çalakî 15 roj carekê tên dirêjkirin.