Rewşa aborî ya Tirkîyê bû rojeva rojnameyên Almanê
Jordaçûna asta zamê û têkçûna aboriya Tirkiyê, bû rojeva rojnameyên Almanyayê jî.
Rojnameya Die Welt a Almanî di nûçe-şîroveyeke xwe de gotiye, sedema jordaçûna zamê li Tirkiyê, siyasetên aborî yên Serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan yên ne asayî ne.
Li gorî rojnameyê, Tirkiyê vegeriyaye salên 90î û deriyê wê li ber hemû krîzan vekirî ye.
Die Welt`ê nivîsîye, enflasyona salane giha ye ji sedî 73,5 û dibe ku sala li pêş Erdogan di hilbijartinan de rastî nexweşiyekê were.
Rojnameya Suddeutsche Zeitung`ê jî nûçe- analîzek li ser malpera xwe ya online belav kiriye û gotiye, gelek sedemên bilindbûna enflasyonê li Tirkiyê hene û kêmbûna nirxê lîreyê Tirkiyê weke yek ji wan sedeman nîşan dide.
Rojnameya Suddeutsche Zeitung herwiha berê xwe dide Banka Navendî a Tirkiyê jî û dibêje, li gorî aborînasan, Banka Navendî ya Tirkiyê weke pêwîst rûbirûyî enflasyonê nabe û sedema wê jî guvaşên siyasî ne.
Rojnameya Tagesschau jî balê dikşîne ser guvaşa ku ketiye ser Serokomarê Tirkiyê Erdogan û gotiye dengên Erdogan ji ber vê krîza aborî daketine bin ji sedî 30î.