Di êrîşa polîsê Tirkiyê da gelek ji endamên HDPyê hatin girtin
Îro (Şemî) li 11 parêzgehên Tirkiyê hêzên ewlekariyê bi awayekî hevgav operasyoneke mezin ser rêxistinên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û malên çalakên siyasî yê Kurd û endamên HDP'yê li deh parêzgehên cûr bi cûr ên Tirkiyê, dest pê kirin û herî kêm 42 kes jî girtin.
Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê ku bi tohmeta endamtî û alîkariya PKKyê biryara desteserkirina 42 kesan daye, li 11 parêzgehan operasyoneke berfireh dest pê kirin.
Li gor agahiyan, di çarçoveya operasyonê de derbarê 4 hevserokên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamekî Komîteya Navendî ya HDPyê de jî biryara desteserkirinê heye.
Li gor zanyariyan, di operasyonê de tenê li bajarê Stenbolê 22 kes hatine desteserkirin.
Hêzên emnî yên Tirkiyê herwiha bi ser baregeha Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê de girtine û piştî şikandina qifla deriyê baregehê derbasî hundirê wê bûne û dest bi ser hin belge û kelûpelên di nav baregehê de girtine.
Anegorî nûçeyeka din, serdozgeriya Enqerê dozekê dijî Bêrîvan Altan, rojnamevana Kurd a rûniştiya Enqerê ji ber nivîsîna raporekê li ser êrişa ser malbateka Kurd a li Enqereyê vekir.
Wê sala buhurî li ser êrişa nijadperestane ya dijî malbatên Kurd li Enqerê raporek weşandibû.