Hezîran 04, 2022 15:27 Asia/Tehran
  •  Li Amedê, kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire

Esnafên ku li Amedê têkberên spî û mobîlyayên xilmet difiroşin diyar kirin ku hêza kirînê ya gel zêde ketiye û êdî nikarin eşyayên xilmet û pêştirbikarhatî jî bikirin û wiha gotin: “Ne kesek dikare bikire û ne jî em dikarin bifiroşin.”

Pêştir welatiyan bi sedema “erzaniyê” berê xwe dida dikanên ku têkberên spî û mobîlyayên xilmet difiroşin. Lê bi kûrbûna krîza aborî ve esnafên van dikanan jî êdî nikarin bixebitin. Esnafên dikanên eşyayên xilmet ên Rezan a Amedê têkildarî rewşa heyî axivîn û diyar kirin ku gel êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire. 

NE KIRÎN HEYE NE JÎ FIROTIN 

Ji esnafên dikana firotina têkberên spî û mobîlyayên xilmet Yucel Kaplan anî ziman ku hema hema nikari qet tiştekî bifiroşin û wiha got: “Kesek nikare tiştên nû bikire lewma jî tiştên xwe yên kevin nafiroşin. Ev yek jî bandorê li me dike. Di demên berê de bihayê eşyayên nû û yên kevin gelek ji hev zêde nebûn. Weke mînak, yek dihat makîneya xwe ya cilşûştinê bi 2 hezar lîreyan difirot û piştre diçû ya bi 3 hezar lîreyan dikirî. Lê niha di navbera fiyetên wan de gelek ferq heye. Ji ber vê jî ne kesek dikare bikire û ne jî bifiroş e. Em nikarin eşyayên xwe yên berê me firotin jî dîsa wergirin. Lewma kirîn û firotin tune ye.” 

Wî anî ziman ku bazar êdî sekiniye û wiha domand: “Mînak; bihabûna mazotê bandorê li neqliyeyê dike. Dema bandorê li neqliyeyê dike jî vê carê barê me giran dibe. Bi vê yekê re bandorê li mişteriyan dike. Lewma hêza kirînê tune ye. Em dixwazin ku dowîz bikeve. An jî fiyet êdî neguherin. Her ku dowîz zêde dibe, her tiştek biha dibe û zem tên kirin. Milet nikare tiştên nû bikire lewma jî tiştên xwe yên berê bi kar tîne û nafiroşe. Ji ber ku nafiroşin, em jî nikarin bikirîn.” 

CIHÊ TIŞTA KU TÊ FIRTON TIJE NABE 

Yek ji esnafên din Serhan Ateş jî heman gazinc kirin û berteka xwe wiha nîşan da: “Em tiştekî difiroşin lê nikarin tiştekî deynin cihê wê. Her kesekî ji xwe re budçeyek diyar kiriye. Lê em nikarin li gorî wê budçeyê bifiroşin û bikirin. Sedema van jî bihabûna dowîz, mazot û benzînê ye. Dema tiştan dikirim, ji neçarî heqdestê neqliyeyê jî li bihayê eşyayan zêde dikim. Ez dikarim niha bifiroşim lê nikarim bikirim.” 

ÊDÎ KESEK NIKARE EŞYAYÊN XILMET JÎ BIKIRE 

Têkildarî mijarê esnafê bi navê Ramazan Çelîk jî anî ziman ku li Tirkiyeyê krîzeke aborî ya mezin heye û axaftina xwe wiha qedand: “Di demên berê de me dikariya 15 parçeyan bikirin lê niha 10 parçeyan dikirin. Êdî kesek nikare eşyayên nû bikire. Dev ji eşyayên nû berde, kesek nikare yên xilmet jî bikire. Krîzeke mezin heye. Sedema vê krîzê jî deshtilatdarî ye. Di demên berê de mişteriyan 5-6 parçe eşya dikirîn lê em niha hewl didin bi firotina yek-du parçeyan debara xwe bikin.”

 

Serepeyv