Hezîran 02, 2022 22:01 Asia/Tehran
  • PKK û Tirkiyê amarên şer belav kirin

Navenda Ragihandin û Çapemaniya baskê çekdar ê PKKê ragihand ku hêzên wan li herêma Zapê 7 leşkerên Tirkiye kuştine. Li beramber vê yekê jî Wezareta Bervaniya Tirkiye jî canjidestdana 5 şervanên PKKê ragihand.

Li gor daxuyaniyeke PKKê di 48 saetên borî de şervanên PKKê li herêma Zapê êrîşek dijî Artêşa Tirkiye pêkanîne û di êrîşê de 7 leşkerên Artêşa Tirkiye hatine kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûne. PKKê dibêje wan her wiha derb li helîkoptreke Artêşa Tirkiye jî xistiye.

Li bermaber vê daxuyaniya PKKê, Îro 2ê Hezîrana 2022an Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, di daxuyaniyeke xwe de canjidestdana 5 şervanên PKKê ya di encama êrişeke asmanî de ragihand.

Sibeha 18ê Nîsana 2022an Artêşa Tirkiyê li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Herêma Kurdistanê li dijî şervanên PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kir.

Wezareta Cengê ya Tirkiyê canjidestdana 127  şervanan û kuştina 21 leşkerên xwe ragihandiye. Li beramber da PKKê kuştina 516 leşkeran û canjidestdana 35  şervanan û qûtbûna peywendiyê ligel 2 tîmên şervanên xwe ragihandiye.

Serepeyv