Hezîran 01, 2022 22:12 Asia/Tehran
  • Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Tirkiye ji ber dagehkirina

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku Enqerê bi birîna 14 mehan cezayê girtîgehê ji bo serokê berê yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Tirkiyê, mafê wî binpê kiriye.

Ji Hezîrana 2017an heta Tebaxa 2018an, Tirkiyê Taner Kiliç, serokê berê yê Rêxistina Efûyê ya Navdewletî li Tirkiyê, bi tohmeta endamtiya Cemaeta Gulen xiste hewsê.

Kîlilç parêzerek mafên penaberan e ku niha Serokê Rûmetê yê Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) li Tirkiyê ye. Dadgehên Tirkiyê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê jê re biriye, lê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî dibêje ku ev ceza li dadgeha bilind a temyîzê ya Tirkiyê li bendê ye.

Li gorî nûçeya Reutersê, Dîwana Edaletê ya Ewropayê biryar da ku Tirkiyê bi awayekî neqanûnî Taner Kîlilç ku li benda dadgehê bû, girtiye û diyar kir ku delîlên li ber destê hikûmeta Tirkiyê ne ji ber sedemên dadwerî û rast in.

Hikûmeta Tirkiyê Kiliç bi Cemaeta Gulen ve girêdide û dibêje  ku wî peyamnêrek vê cemaetê danhlod kiriye û zarokên wî li dibistanên girêdayî Cemaeta Gulen dixwînin.

Dadgeha Ewropayê ev îdiaya Tirkiyî red kiriye û ev tespîtên dadgehên Tirkiyê bê bingeh dizane.

Dadgeha Ewropayê her wiha biryar da ku Tirkiyê azadiya derbirînê ya Kiliç binpê kiriye û ji Enqerê re hikim biriye ku bi giştî 34 hezar û 500 € bide Kiliç.

Serepeyv