Hezîran 01, 2022 20:43 Asia/Tehran
  • Erdogan: Ewropî piştgiriya rêxistinên terorîst dikin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan behsa êrîşeke nû ya Tirkiyê bo ser axa Sûriyê û kurdên vî welatî kir û ragihand, Em derbasî qonaxeke nû ya biryara xwe ya avakirina herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan dibin. Em dê Til Rifet û Minbicê ji terorîstan paqij bikin.”

Erdogan ku piştgiriya hikûmeta wî ji terorîstan li Sûriyê ji her kesî re eşkera ye di civîna koma partiya xwe de ji ber alîkariyên bo PKKê rexneyên tund li hejmarek welatên Ewropayê girt û ew tometbar kirin: “Ew dewletana bê beramber çek û pêdiviyên leşkerî didin rêxistina terorê û ne amade ye bifiroşe Tirkiyê, ne dewleta hiqûqê lê navê dewleta terorê heq dikin.”

Serokkomarê Tirkiyê navê  welatên wek Swêd, Finlanda, Almanya, Fransa û Holanda anî û ew welat bi wê yekê tohmetbar kirin ku “alîkariya terorê” dikin û got, welatên ku dixwazin bibin endamê NATOyê bêyî îzna Tirkiyê nikarin bibin endam.

Erdogan got, “NATO rêxistineke ewlehiyê ye, NATO ne rêxistineke alîkariya bo terorîstan e. Li wan welatan; Swêd, Finlanda, Almanya, Fransa û Holanda, polîs wan diparêze. Ew jî bi posterên serdsteyê rêxistina terorîstî xwepêşandana xwe dikin. Li pêşiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê çadiran vedidin û pere kom dikin. Baş e tevî hemû wan tiştan em çawa divê bêjin kerem bikin werin bibin endam…bêyî îzna Tirkiyê ew welatana nikarin bibin endamê NATO. Pêştir me sedema dijatiya xwe bi mînak û belge nîşan daye.”

Serokomarê Tirkiyê her wiha îdia kir ku welatê wî dê "Til Rifet" û "Minbic" Sûriye ji "terorîstan" paqij bike û artêşa Tirkiyê gav bi gav operasyonên xwe li navçeyên din ên Sûriyê jî berdewam bike.

Serepeyv