Hezîran 01, 2022 16:09 Asia/Tehran
  • Tirkiyê tetbîqata NATOyê ya li Behra Reş betal kir

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand ku Enqerê li gor Peymana Montreux(Montro), tetbîqatên NATOyê yên ku hatibûn plankirin li Behra Reş betal kir.

Li gorî rapora Anatolyê, Çavuşoglu roja sêşemiyê got: Enqerê çend meşqên NATO`yê yên plankirî li Behra Reş li gor peymana Montreux (hebûna keştiyên biyanî li Deryaya Reş) ji ber şerê di navbera Rûsiya û Ukraynayê de betal kiriye an paşde xistiye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê got: "Eger em tevlî cezayên li dijî Rûsyayê bibin, em ê nikaribin rola navbeynkariyê ya ku niha em cih tînin, bilîzin." Wî di dewamê de jî got: "Me Peymana Montreux ya li ser Keştiyên Şer pêk anî, lê hîna me qada hewayî vekirî hêştiye."

Çavuşoglu herwiha got: "Enqera ji destpêkê ve gotibû ku ew ê tenê beşdarî mueyîdeyên Neteweyên Yekbûyî yên ku bi awayekî fermî li ser Rûsyayê tên sepandin, bibin." û gotina xwe wiha domand, "Niha her kes dikare mueyîdeyan dayne ser her kesê ku bixwaze, eva ayidî wan bi xwe ye. lê Tirkiyê rola navbeynkarî hilbijartiye."

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel serê sibeha Çarşemê tweet kir ku welatên endamên Yekîtiya Ewropî li hev kirine ku piraniya hinardekirina petrolê ji Rûsyayê boykot bikin.

Serepeyv