Hezîran 01, 2022 11:14 Asia/Tehran
  • Amerîkayê nîgeraniya xwe li hember niyeta Tirkiyê ragihand

Wezareta Derve ya Amerîkayê nîgeraniya xwe ji zêdebûna çalakiyên serbazî yên Tirkiyê li bakura Sûriyê û li dijî kurdên vî welatî ragihand û daxwaz kir ku agirbest neyê xerakirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîneke çapemeniyê de li ser plana Tirkiyê ya ji bo encamdana operasyoneke din a serbazî li bakura Sûriyê û li dijî kurdên vî welatî got: “Em ji zêdebûna çalakiyên serbazî yên li bakurê Sûriyê nîgeran in û em piştevaniya parastina agirbestê dikin.”

Hefteya borî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, di demeke nêz de li bakura Sûriyê û li dijî kurdên vî welatî dest bi operasyoneke din a serbazî dikin bi kûrahiya 30 kîlometre.

Erdogan herwiha di hevpeyvîna xwe ya dawiyê ya telefonî bi serokomarê Rûsyayê Pûtîn re jî behsa operasyona li ser bakurê Sûriyê û kurdên vî welatî kir û destnîşan kir ku ji sînor 30 kîlometre "herêma ewle" were avakirin.

Serepeyv