Dengoyên hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê
Hin medya û dezgehên ragihandinê yên Tirkiyê behsa îhtimala lidarketina hilbijartinên pêşwext di zivistana bê de li vî welatî dikin.
Rojnameya Cumhuriyetê nivîsiye ku îhtîmal e ku hikûmet bi vê rewşa aborî heta zivistana bê jî nikaribe bijî û bi neçarî hilbijartinên pêşwext qebûl bike. Cumhuriyetê nivîsiye ku hilbijartinên pêşeroj dê li şûna Hezîrana 2023-an di Mijdara 2022-an de bêne li dar xistin.
Di heman demê de vê rojnamê ji zarê çavkaniyên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ragihand ku serokên partiyan xwe ji bo hilbijartinên meha Gulana sala bê, piştî bidawîhatina cejna Remezanê, amade dikin. Sala bê, Remezanê dê bi meha Nîsanê re hevdem bibe.
Di vê navberê de herî kêm 3 partiyên mezin li Tirkiyê dest bi amadekariyên hilbijartinên bê kirin. Du hefte berê Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan talîmat da serok û nûnerên partiya xwe ku amadekariya hilbijartinan bikin. Di van du hefteyên borî de mîtîngên Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî dest pê kirine. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî kongre û mîtîngên xwe yên parêzgehan li dar dixe û biryar e di hilbijartinên xwecihî yên meha bê de serokên nû yên vê partiyê hilbijêrin.