Îdiaya Tirkiyê derbarê girtina serkirdeyê nû yê DAIŞê
Medyaua Tirkiyê ji zarê rayedarên vî welatî îdia kir ku di operasyonekê de li Stenbolê, Emîrê DAIŞê Ebu Hesen El Qureyşî hate girtin û Serokmarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan dê zanyariyan li ser vê mijarê eşkere bike.
Girtina endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Tirkiyê di demekê de ye ku civaka cîhanî pêştir Enqerê bi wê yekê tawanbar kiribû ku DAIŞ`ê weke alavekê ji bo têkbirina aramiyê li Sûriyê û Iraqê bikar tîne û tê tawanbarkirin ku rola wê di pêkhatina vê koma terorîst heye ji bo ku kurdan li navçê ji nav bibe û lawaz bike.
Li gor îdiaya medya Tirkiyê, hêzên emnî yên vî welatî hefteya derbasbûyî li ser zanyariyên îstîxbaretî operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê birêve bir.
Medya Tirkiyê îdia kiriye, piştî ku zanyariya hebûna Emîrê Nû yê DAIŞê Ebu Hesen El Qureyşî li Stenbolê gihişt hêzên emnî, bi rojan mala ku Qureyşî xwe tê de vedişartibû ket bin çavdêriyê û her liv û tevgereke li wê deverê hat şopandin.
Piştî çavdêrî û şopandina hûr ku bi rojan berdewam kir, bi fermana Rêveberê Giştî yê Emniyeta Stenbolê operasyona girtina Emîrê DAIŞê hefteya borî hat destpkirin û Emîrê Nû yê DAIŞê Ebu Hesen El Qureyşî hat girtin.
Her li gor van îdiayan, tîmeke Îstîxbareta Tirkiyê niha lêpirsînê li gel Emîrê DAIŞê dike û Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî dê di rojên pêş de girtina Emîrê Nû yê DAIŞê bi fermi rabigihîne.
Hin çavkaniyên nûçeyan û karzanên siyasî jî ev îdiaya Tirkiyê wek senariyoke nû dizanin ku Tirkiyê hewl dide wisa bide nîşan dan ku rola wê li têkbirina DAIŞê nayê ji bîr kirin da ku vê yekê li dijî kurdan bi taybet yên Sûriyê ku roleke ber bi çav li jinavbirina DAIŞê hebûne bikar bîne.