May 26, 2022 17:04 Asia/Tehran
  • Tirkiye îro derbarê êrîşa ser kurdên Sûriyê û dagirkirina pareke din ji axa Sûriyê de biryar dide

Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê (MGK) îro 26ê Gulanê li Enqerê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive û di rojeva civînê de hitmala operasyoneke nû ya artêşa Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê û dagirkirina pereke din ji axa Sûriyê jî heye.

Tê çaverêkirin di sêyemîn civîna îsal a Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê de, daxwaza Swêd û Fînlandayê ya bo endamtiya NATOyê, operasyona Pence-Kilîd a li nav axa Herêma Kurdistanê û kirîna çekan ji aliyê Yunanistanê ve bên gotûbêjkirin.

Lê belê amadekariyên operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê jî di rojeva civîna îro ya Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê (MGK) de ye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja 23ê Gulanê piştî civîna kabîneyê ragihandibû, ji bo temamkirina avakirina herêma ewle ew dê li herêmên kurdî yên Sûriyê dest bi operasyonekê bikin.

Erdogan gotibû: “Em ê li başûrê sînorên xwe ji bo avakirina herêma ewle bi kûrahiya 30 kîlometreyî pêngavên pêwîst ên ku kêm mabûn biavêjin. Ew qadên ku li dijî welatê me û herêmên me yên ewle bûne navendeke êrîşan dê destpêka operasyonên me bin. Dema artêş, îstixbarat û hêzên me yên ewlekariyê amadekariyên xwe temam bikin înşallah dê operasyon destpê bike. Em ê roja Pêncşemê di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî de li ser vê mijarê bi hûrgilî rawestin û biryarên xwe werbigrin.”

Tirkiyê di wan demên dawî de planeke xwe ya nû bo vegerandina koçberên Sûrî bo nav sînorê Sûriyê aşkere kiriye. Li gor planê dê nêzî milyonek koçberên Sûrî yên li Tirkiyê bo navçeyên li bakurê Sûriyê û herêmên kurdî yên di bin kontrola hêzên Tirkiyê de bên vegerandin.

Serepeyv