May 25, 2022 20:21 Asia/Tehran
  • Çavuşoglu li erdên dagirkirî yên Filistînê: Em û Îsraîl dixwazin pêywendiyên xwe bihêz bikin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu,  ku bi serdanake li erdên dagirkirî yên Filistînê (Îsraîlê) ye ragihand ku "(Bi Îsraîlê re) Em di heman fikrê da ne ku di gelek waran de pêwendiyên xwe nû bikin û ji niha û pê de mekanîzmayên cuda ava bikin."

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derva yê Îsraîlê Yaîr Lapîd li Qudsa dagirkirî piştî hevdîtinên dualî û di nava şandan de civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.

Mevlut Çavuşoglu got ku bi Îsraîlê re heger ew li ser rojeveke erênî bixebitin em ê bikaribin pirsgirêkan jî bi awayekî erênî binirxînin.

Çavuşoglu diyar kir ku em bi Îsraîlê re di heman fikrê de ne ku di gelek waran de pêwendiyên xwe nû bikin û ji niha û pê de mekanîzmayên cuda ava bikin.

Wezîrê Derve yê Rejîma Îsraîlê Yaîr Lapîd destnîşan kir piştî 15 salan serdana Wezîrê Derva yê Tirkiyê çêbû û got: Ne tenê di warê diplomatîk û ewlehiyê de dê pêwendiyên me yên aboriyê jî geş bibin.”

Yaîr Lapîd got ku piştî hevdîtinê bi Çavuşoglu re wan li hev kir ku ew bi hev re  (Tirkiye û Îsraîl) komîsyona aboriyê dîsa bidin destpêkirin.

Dewleta Tirk ji bo ku cih û şûna xwe di nav cîhana ereb de xweş bike, siyaseteke bi durûtî derbarê Filistînê girtibû ber xwe, lê belê aqubet ev siyaseta xwe ya bi du rûtî eşkera kir û gelên ereb bi taybet filistînî pê hesandin ku ew nikarin xwe bispêrin dewleta Tirk û bi vê dewletê dilgerm bibin.

Serepeyv