May 25, 2022 09:11 Asia/Tehran
  • Amerîkayê têkildarî îhtîmala operasyonekê li dijî kurdên Sûriyê daxuyanî da

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price derbarê gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên ji bo operasyoneke nû li dijî kurdên Sûriyê de got: “Em ji zêdebûna çalakiyên leşkerî yên li bakurê Sûriyeyê bi fikar in û piştgiriyê didin sekinandina xetên agirbestê. Divê rêz li agirbestê were girtin û Tirkiye rêzê bo daxuyaniya hevpar a Cotmeha 2019an nîşan bide.”

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price derbarê gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên ji bo operasyoneke nû li dijî kurd;n Sûriyê de got: “Em ji zêdebûna çalakiyên leşkerî yên li bakurê Sûriyê bi fikar in û piştgiriyê didin sekinandina xetên agirbestê. Divê rêz li agirbestê were girtin û Tirkiye rêzê bo daxuyaniya hevpar a Cotmeha 2019an nîşan bide.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price duh Sêşemê 24ê Gulana 2022yan derbarê egera operasyoneke nû ya Tirkiyê li dijî deverên kurdî yên Sûriyê de daxuyanî da.

Ned Price got: “Em ji rapor û nîqaşên li ser îhtîmala zêdebûna çalakiyên leşkerî yên li bakurê Sûriyê, bi taybetî bandora li ser sivîlên li herêmê gelekî bi fikar in."

Price tekez kir ku  ew weke Amerîka her dijwarbûna aloziyan şermezar dikin û piştgiriya rawestandina xetên agirbestê dikin û wiha got: "Em bawer dikin ku girîng e hemû alî rêzê li herêmên agirbestê bigirin û biparêzin da ku aramî li Sûriyê xurttir bibe û hemû alî ji bo çareseriya siyasî ji vê aloziyê re bixebitin.”

Di beşeke din ya axaftina xwe de Ned Price dibêje ew li bendê ye ku Tirkiye rêzê li daxuyaniya hevbeş a Cotmeha 2019an bigire û di nav de ragirtina operasyonên êrîşkar ên li “bakurê rojhilatê Sûriyê” jî hene û got: "Em fikarên ewlehiya rewa ya Tirkiyê li ser sînorê başûrê wî welatî fêm dikin."

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha da xuyakirin ku her êrîşeke nû dê bêaramiya li herêmê zêde bike û hewlên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê  û hêzên Amerîkayê dixe xeteriyê.

Ev yek di demekê de ye ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Duşemê 23yê vê meha Gulanê, ragihand ku, welatê wî xwe ji bo bersivdana li beramber êrîşên ku bûne gef li ser ewlehiya Tirkiyê, amade dike.

Erdogan gotibû: “Bi dirêjiya sînorên me li başûr, derbarê wî beşî mayî ji dirustkirina navçeyeke ewlehî, bi kûrahiya 30 kîlometreyan, di van nêzîkan de em dê gavan bavêjin.  Ew navçe bûne navenda êrîş, provakasyonên berdewam li ser welatê me û navçeyên me yên ewlehî, di operasyona me de ji pêşîneyan in. Her ligel biserîbûna hemû amadekariyên hêzên me yên çekdar, istixbaratên me, hêzên me yên asayişê, bi saya Xwedê em dê dest bi wê operasyonê bikin.”

Tê pêşbînîkirin ku roja Pêncşemê 26ê vê meha Gulanê, li civîna Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Tirkiyê de, gengeşeya mijarên girêdayî gef, êrîş û operasyona nîşan pê hatiye dan, bê kirin, hevdem biryareke yekalîker di vê derbarê de ji aliyê Tirkiyê ve bê standin.

Serepeyv