May 24, 2022 16:09 Asia/Tehran
  •  Tirkiye: 3 leşkerên me hatin kuştin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro (Sêşemî) ragihand, li nav axa Herêma Kurdistana Iraqê di navbera hêzên wan û hêzên PKKyê de şer derktiye û di encamê de 3 leşkerên wan hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li gor daxuyaniyê, şerê navbera hêzên wan û hêzên PKKyê li navçeya operasyona Pence-Kilît bûye.

Wezaretê herwiha diyar kiriye, leşkerên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana 2022 ve operasyoneke nû di nav axa Herêma Kurdistanê de li dijî PKKyê dest pê kiriye ku heta niha berdewam e.

Operasyon li navçeyên sînorî yên qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê birêve diçe û deverên Zap, Avaşîn-Basyanê li xwe digire.

Serepeyv