May 24, 2022 16:00 Asia/Tehran
  • Meral Daniş Beştaş: AKP bi Topal Osman gefan li Kurdan dike

Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş ragihand ku desthilata AK Partiyê bi Topal Osman gefan li Kurdan dike û got: "Kesên ev kar kirine divê ji kar bên dûrxistin."

Li gorî nûçeya Rûdawê, Bi îmzeya Parêzgarê Giresunê ya Tirkiyê danîna posterê Topal Osman, ew efserê Osmanî ku destê wî di kuştin û komkujiyên Kurd, Ermenî û Romên Tirkiyê û Kurdistana Tirkiyê de hebû li ser otobûsekê û gerandina otobûsê di nav bajarokê Licê yê Amed a Kurdistana Tirkiyê re bû sedema gelek nerazîbûnan.

Bûyer di dema Festîvala Off Roadê de qewimî ku roja 21ê Gulana 2022ê li ser pêşniyara Cîgirê Parêzgarê Amedê Murat Ozturk ku xelkê Giresunê ye, bi hevahengiya ligel Parêzgeha Giresunê li bajarokê Licê yê Amedê hat sazkirin.

Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş li Parlamentoya Tirkiyê derbarê vê bûyerê de axivî û ragihand, ew kesên ku ew tişt kirine divê ji kar bên dûrxistin.

Meral Daniş Beştaş got, “Li Licê bi eşkere gerandina wêneyê Topal Osman ku bi çek e û peyamekê dide me ne çavtirsandina Kurdan be çi ye? Yên digotin me torosên spî ji holê rakirin niha bi rêya Topal Osman çavên me ditirsînin. Li kolanên Amedê çi karê Topal Osman heye? Ne Lice ne jî Amed rê nedane provokasyonên wiha qirêj û dê rê nede jî, vê yekê baş bizanibin.”

Posterê Topal Osman ku îmzeya Parêzgeha Giresunê li ser bû, li ser hatibû nivîsîn “Giresun Bes e Bo We”. Poster bi beşê paş ê otobûsê ve hatibû daleqandin û otobûs di nav cadeyên bajarokê Licê de geriya. Di poster de Topal Osman bi cil û bergên leşkerî ye û tiving di destê wî de ye.

Topal Osman li Kurdistana Tirkiyê bi Komkujiya Sêwazê tê naskirin ku sala 1921ê li bajarokê Koçgîrî hat kirin. Peykerê Topal Osman ji aliyê General Welî Kuçuk ve hatiye çêkirin ku bi kuştinên kiryar nediyar tê naskirin û pêkerê wî li bajarokê Derelî yê Giresunê hatiye danîn.

Haci Topal Osman Axa sala 1883an li Giresuna Tirkiyê ji dayîk bûye û 2ê Nîsana 1923an li Enqerê miriye. Efserê berê yê Osmaniyan bûye û di şerê rizgarkirina Tirkiyê de serdema Mistefa Kemal Ataturk serokê Kuvaiye Millî ya Tirkiyê bûye. Di dema şer de bi birîndarî hatiye girtin, lê ji aliyê Îsmaîl Hakki Tekçe ve serê wî ji laş hatiye birîn û hatiye kuştin.

Pêştir parlamentera HDPê ya Amedê Remziye Tosun jî li ser Twitterê bi zimanê Kurdî peyamek belav kiribû û nivîsîbû: “Li Amedê bi destê qeyûman peyama kolonyalîst û nijadperest ji gelê me re tê dayîn. Gelê Kurd we nas dike, hûn jî gel baş nas bikin. Gelê Kurd li ber polîtîkayên we çong nedanîn û wê danayne. Hûn ê têk biçin!.”
 

Serepeyv