May 24, 2022 12:00 Asia/Tehran
  •  Li Rihayê di çalakiya

Li Rihaya ku di nava wîstgehên lezzetê yên Tirkiyeyê de xwedî cihekî gelekî giring e, 150 xwarinên curbicur ên herêmî di çalakiya "Hefteya Mitbexa Tirkî" de hatin nasandin.

Li gorî nûçeya Anadulo Agancy'ê, Bi boneya "Hefteya Mitbexa Tirkî" ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ve li hewşa Navenda Gastronomiyê ya nêzîkê Komelgeha Gola Masiyan çalakî hat lidarxistin.

Aşpêjên jêhatî li qada çalakiyê 150 xwarinên curbicur ku di nava wan de kebaba kezebê, kebaba haşhaşê, kufte, tawe û htd hebûn, amade kirin.

Lezzetên ku di warê gastronomiyê (kultûra xwarinê û xwarinçêkirinê) de xwedî rabirdûyeke kevnare ne, bi refeqeta muzîkên xweş ên ekîba şeva sireyê ji bo tamandina beşdaran hatin pêşkêşkirin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Zeynel Abidin Beyazgul bi aşpêjan re suhbet kir û ji xwarinên pêşkêşkirî xwar.

Beyazgul derbarê sirra lezzetên xwarinên herêmî bi aşpêjan re axivî û behsa xweşbûna xwarinên Rihayê kir.

Beyazgul got, "Ji bo ku Riha di warê gastronomiyê de xwe bide nasandin, li pêşiya wê rêyeke dirêj heye. Ez bawer im gelek geştiyar çawa ku tenê ji bo Girê Miraza, Xelfetî û Heranê tên, dê êdî ji bo lezzet û tamên xweş werin Rihayê."

Beyazgul herwiha anî ziman ku geştiyarên xwemalî û biyanî yên ku serdana Rihayê dikin timî qala lezzetên bajêr dikin.

Serepeyv