May 22, 2022 18:29 Asia/Tehran
  • Wezîrê derve yê Tirkiyê dê serdana Îsraîlê bike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê piştî 15 salan bo yekem car serdana Erdên Dagirkirî (Îsraîl) dike. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji bo hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Rejîma Îsraîlê Yair Lapid re serdana Israilê dike.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, roja Çarşemê 25ê Gulana 2022an Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dê serdana Îsraîlê bike û piştî 15 salan dê cara yekem di asta Wezîrê Derve de ligel hevkarê xwe Yair Lapid hevdîtinekê pêk bîne.

Berî niha Çavuşoglu di serdana xwe ya Amerikaya Latîn de li ser pirsa rojnamevanan ka gelo dê bo Îsraîlê balyoz bê şandin gotibû, “Em ê 25ê vê mehê biçin Îsraîlê û ligel Wezîrê Derve hevdîtinekê bikin û wê demê em ê biryar bidin.”

Li gor agahiyan Çavuşoglu berî serdana Îsraîlê roja Sêşemê 24ê Gulanê dê li Filîstînê hevdîtinan pêk bîne.

Rejîma Tirkiyê derbarê mesele û doza filistînê siyaseteke bi durûtî girtiye ber xwe û ji ber vê yekê bona cihanîna daxwaza Rejîma siyonîst endamên Hemas û berxwedana Filistînê ji Tirkiyê derxistin.

Serepeyv