May 22, 2022 13:58 Asia/Tehran
  • Li Stenbolê bi hezaran kes li dijî hukmê hatî birîn a ji bo siyasetmedara dijbera Erdogan rabûn

Li Stenbolê bi hezaran kes daketin kolanan û cezakirina siyasetmedara navdar û dijbera Erdogan û hikûmeta wî, Canan Kaftançioglu (Kaftancıoğlu) protesto kirin.

Li gorî rapora ISNA`yê, Canan Kaftanc‌ioglu bi tohmeta heqareta li Receb Teyib Erdogan li ser Twitterê herwiha bi "xerakirina raya giştî" û nêrînên wî yên derbarê xwepêşandanên dijî hikûmetê û Partiya Karkerên Kurdistanê ya Tirkiyê (PKK) de hatiye tawanbar kirin. Jiber van tometbariyan dadgeha Stenbolê li dijî Kaftanc‌ioglu doz vekir.

Kaftancioglu ku ji 5 salan kêmtir cezayê girtîgehê lê hat birîn. Li gorî qanûnên Tirkiyê, cezayên ji pênc salan kêmtir têne taluqkirin.

Di sala 2019’an de ji aliyê dadgehê ve 9 sal û 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Kaftanc‌ioglu hate birîn, lê Dadgeha Îstînafê cezayê wê kêmî 5 salan kir û li gorî qanûnên Tirkiyê, gelek caran cezayên kêmtir ji 5 salan têne taluqkirin.

Li Tirkiyê nûçeyên girtina xelkê heta kesên biyanî jî, ji ber heqareta li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan,ti  kesî matmayî û sûrpirîz nake. Li gorî qanûnên Tirkiyê, heqareta li Erdogan ji salekê heta çar salan tê cezakirin. Beriya niha Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kiribû ku qanûnê biguherîne. Heta niha di 7 salên serokatiya Erdogan de, li Tirkiyê bi hezaran kes bi hinceta heqaret li wî kirine girtin û mehkûmkirin.

Serepeyv